PeyamaKurd – Sazîya Pîvandina Krediyê bo welatên cîhanê Moody’sê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber Rûsyayê nekariye deynên xwe bide welatekî îflas kirîye.
Moody’sê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Rûsyayê nekariye 100 milyon dolarê faîzê bide û ew wek ‘welatê îflas kirî’ pênase kir.
Hat diyarkirin, ji ber derengmayîna dayîna deynên xwe îflas pêk tê û dibe bikeve temerutê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Rûsyayê herî dawî sala 1918an bi sedema ku deynên xwe yên dowîzê nedabû îflas kiribû.
Piştî êrîşên Rûsyayê yên dagirkirina Ukraynayê, di çarçoveya dorpêçan de, kompaniyên Moody’s, Fitch Ratings, Standard & Poor’s (S&P) digel kompaniyên din ên navdewletî xebatên xwe yên li Rûsyayê rawestandibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin