Adil Abdulmehdî seredana Hewlêrê dike

Adil Abdulmehdî seredana Hewlêrê dike

PeyamaKurd- Li gor ragihandina tora medyayê ya Rûdawê wê serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî seredana payîtexta Kurdistanê Hewlêrê bike. Abdulmehdî wê bi rêvebirên herêmê re hevdîtinan bike û li ser krîza Iraqê raweste. Serokwezîr her weha wê pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêrê, bi rêvebirên Kurdistanê re guftûgo bike.

Wextê seredana Abdulmehdî nehat ragihandin lê di dema krîza Bexdayê de jî bi serokê Kurdistanê bi Mesûd Barzanî re bi rêya telefonê dayîn û sitendinan kiribû û wî ji mijarana agahdar kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin