Pêşbîniya IMFê: 1 Dolar: 99 Lîrayê Tirk

Pêşbîniya IMFê: 1 Dolar: 99 Lîrayê Tirk

PeyamaKurd - Fona Pare ya Navneteweyî (IMF) pêşbîniyên xwe yên ji bo aboriya Tirkiyeyê eşkere kir.

Di raporta Perspektîfa Aborî ya Cîhanê de rêjeya pevguhertina Dolar, enflasyon û pêşbîniyên mezinbûnê yên IMFê cih digirin.

Di daneyên IMFê de hate diyarkirin ku eger e Lîrayê Tirk li hember Dolar buhayê xwe bi awayekî tund wenda bike.

Her çend IMFê di databasa xwe de pêşbîniya nirxê pevguhertinê nedabe jî, ji payînên dahata neteweyî ya salane ya qeyda Dolar û Lîrayê Tirk, pêşbîniya nirxê dolar jî tê hesabkirin.

Li gorî daneyan, hesabê dawî yê derîsafî yê Tirkiyeyê ku di 2023yan de 26.3 trîlyon Lîrayê Tirk bû, wê di 2024an de bibe 41.5 trîlyon, di 2025an de bibe 58.2 trîlyon, di 2026an de  bibe 72.7 trîlyon, di 2027an de bibe 88 trîlyon, di 2028an de bibe 106.2 trîlyon û di 2029an de jî bibe 127.9 trîlyon Lîrayê Tirk.

Pêşbîniya IMFê ya dolar a li gorî salan wiha ye:

Di 2024an de 37.24

Di 2025an de 52,57

Di 2026an de 62,97

Di 2027an de 73,54

Di 2028an de 85.48

Di 2029an de 99.44