Seroka IMFê Georgieva: “Tiştên mirov ji wan endîşe bike gelek in”

Seroka IMFê Georgieva: “Tiştên mirov ji wan endîşe bike gelek in”

PeyamaKurd – Seroka Fon a Pere ya Navdewletî (IMF) Kristalina Georgieva li Amerîkayê di çarçova civînên Baharê yên IMF-Banka Dinyayê de, ji bo çapemeniyê ragihand û got tevî şoqên piralî û şertên tund yên darayî li herêmê mezinbûna darayî di seha erênî de maye û niha tiştên mirov jê endîşe bike gelekin.

Georgieva her weha got ku car din gelek tişt hene ku mirov ji wan endîşe bike û weha dewam kir:

“Enflasyon daket lê neçû.”

Li ser pirsa ku çima hilberîn hêdî bûye, Georgieva got ku gelek sedemên hêdîbûna hilberînê û mezinbûnê hene, sedem ne tenê di hêdîbûna hilberînê de ye. Georgieva, behsa hêsaniya ku Amerîka çawa dikare inovasyon bigere ji bo geşepêdana kar û paşî mezinbûn çiqas hêsane dê bibînin. Georgieva weha dewam kir:

“Ji bo li Ewrûpayê hêza inovasyonê derxin holê, em dizanin ku gelek kar hene da bên kirin. Amerîka ji hêza koçberan an ku ji keda wan fêdê dibîne, her koçberê ku derbasî Amerîkayê dibe, di hundir de dibe sedema pirsgirêka siyasetê lê herkesê derbasî nav welat dibe, eger weke darayî fêda wan nebe jî, weka hêza kedê (emek), keda xwe dixe bazarê û dike ku di reqabetê de serdestiya Amerîkayê çêbibe.

Georgieva, got ku li Amerîkayê şertên ji aliyê bihayên enerjiyê de jî başin û bihayên enerjiyê ji bo Ewrûpayê faktorekî gelek ji dil e.

Li ser aboriya Çînê Georgieva bersiva pirsekî da û got divê Çîn stratejiya xwe mezinbûna ji bo rojên pêş destnîşan bike. Çîn di deh salên dawiyê de li ser bingeha îxracatê di rêya mezinbûnê de fêde diye lê êdî divê Çîn ji bo mezin bibe li çavkaniyên nav welatê xwe binêre û wexta wê hatiye.

Ji bo Çînê sê derfetên girîng hene û ya ewilî divê aboriya Çînê berê xwe bide nav bazara xwe da di bazara xwe de serfiyatê bike. Seroka IMFê got ku reformên li Çînê ji welat re xizmetekî baş dikin, divê pirsgirêkên emlakê çareser bibin û ev jî wê baweriya serfiyatkaran ji nûh de bicîh bîne.

Li ser pirsa Ûkraynayê Georgieva got ku mijara Ûkraynayê berya her tiştî ya miroviye û desteka dinyayê ya ji bo wan saxleme û pêdiviya Ûkraynayê bi 43 milyar dolarî heye.

Seroka IMFê her weha li ser aboriya Gazzeyê (Xezzayê) û Şerîda Xezzayê got ku aboriya wan %80 hilweşiyaye û ji ber wê jî texmîna xwe ya mezinbûna aboriya Rojhilata Navîn daxistine.

Li ser mijara daxistina nisbeta faîzan ya FEDê, seroka IMFê got ku ew xweşbînin ku FED nisbeta faîza xwe an ku bazê daxîne.