Aborî
Di Bitcoin de transfera herî mezin hat kirin
PeyamaKurd – Di diravê krîpto yê herî mezin Bitcoinê de, bi carekê transfera herî mezin a dîroka wî pereyî hat kirin.
Hat zanîn ku bi carekê 94 hezar û 504 Bitcoin ji hesabekî bo hesabekî din hatine veguhestin ku ev jî dike ji 200î yekî tevahiya Bitcoinan.
Yek Bitcoin niha bi nirxa ser 10 hezar dolaran e ku ev transefera han bi qasî milyar dolaran dike.
Transfera herî mezin a Bitcoinê di sala 2011an de bi hejmara 550 hezar Bitcoinan pêk hatibû, lê ji ber ku nirxa Bitcoin wê demê kêm bû 2 milyon û 670 hezar dolar kiribû.
Hîn nehatiye zanî bê ew transfer ji aliyê çi kesan ve hatiye kirin.