TR KU SO
FB X
Aborî

Fêda bendavên GAP ê bo aboriyê 37 mîlyar dolar e

Admin M
Nivîskar
📅 06 tîrmeh 2019 02:02

PeyamaKurd- Wezîrê Zîraet û Daristanê yê Tirkiyê Pakdemirli ragihand ku heya îro di hawzeya Firat û Dîcele yê de 23 bendav û hîdroelektrîka santral hatine avakirin. Pêdiviya Tirkiyê ya enerjiya hîdroelektrik santralê %16 ê wê di nava GAP ê de ye.

Hilberîna elektrîk û hîdroelektrîkê bo ji derve enerjî nê kirîn para wan di aboriya welat de zêde ye û divê avakirinên weha yên hawirdorî bên zêdekirin. Piştî 23 bendav û HES ketin faaliyetê heya niha, bo aboriya welat 710 mîlyar kîlowat hilberîna enerjiyê kiriye û bi 200 mîlyar perê Tirkiyê (37 mîlyar dolar) fêde daye aboriya welat.

Enerjiya elektrîkê gelek jê ji hawzeya Firat û Dîcleyê tê temînkirin. Wê li ser Firat û Dîcleyê û li ser millên wan 41 hîdroelektrîk santralên din jî bên avakirin. Tevî yên heyî ku dike 7 hezar û 500 megabayt û 41 ê dê bên çêkirin, bi temamî di salê de 27 mîlyar kîlowat/siet enerjî dê bê hilberîn.

Parve bike: