Aborî
Iraq: Hinartina gaza Îranê bi temamî rawestiya
PeyamaKurd - Wezareta Elektrîkê ya Iraqê ragihand ku piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser kargeha gaza "Parsa Başûr" a li parêzgeha Bûşehrê, hinartina gaza Îranê ji bo Iraqê bi temamî rawestiya ye.
Berdevkê Wezareta Elektrîkê Ehmed Mûsa el-Ebadî diyar kir ku rêjeya gaza ku rojane nêzîkî 19 milyon metrekup bû, niha daketiye sifirê.
Qutbûna ji nişka ve ya gazê bandoreke rasterast li ser hilberîna enerjiyê kir ku li Iraqê bûye sedema kêmbûna zêdetirî 3 hezar megawatan.
Rayedarên Iraqî dibêjin, ji bo çareserkirina vê rewşa awarte û kêmkirina bandora wê ya li ser jiyana welatiyan, di nava hewildanan de ne.