TR KU SO
FB X
Aborî

Şîrketa sîstemên ewlehiya otomotîvan, Autoliv fabrika xwe ya li Tirkiyê digre

Admin M
Nivîskar
📅 08 gulan 2026 21:01

PeyamaKurd – Şîrketa sîstemên ewlehiya otomotîvê ya navenda wê Îsveçe ya bi navê Autoliv, biryarê da ku hilberîna xwe ya li Tirkiyê bi dawî bike. Autoliv, fabrîka ewilî ya kemberên ewlehiya sîstemên otomotîvan bû.

Girtina fabrîkê wê bike ku 2200 karker ji ser kar derên xwe derên û ev agahî di sektorê de bandorekî xerab kir. Li ser mijarê CEOyê Renaultê yê berê yê Tirkiyê Hakan Doğu hişyariyekî da û got sanayiya Tirkiyê her diçe qels dibe.

Hilberînerê sîstemên ewlehiya otomotîvan Autoliv, wê bi yek carî şîrketa xwe negire lê heya nîvê sala 2028an ast bi ast dawî li xebata xwe bîne.

Şîrket, li Tirkiyê hiberîna sîmîta dîresiyonan, balgîvên hewayî û kembera ewlehiyê dike û heya 2028an wê dawî li hilberîna xwe bîne.

Maliyeta şîrketê bi temamî dike 142 milyon dolare ku 129 milyon dolarê wê tezmînata xebatkaran û ji bo hinek xebatkaran di destê xwe bigre, dibe maliyeta wan.

Serokê şîrketa Autoliv EMEA Magnus Jarlegren got ku kesên ji girtina şîrketê mexdûr dibin ji bo zahmete lê dê pêvajoya navborî, bi zelalî û bi rêzdarî bimeşînin.

Parve bike: