TR KU SO
FB X
Aborî

UNDP: Şerê Îranê dibe ku 30 mîlyon mirovan birçî bihêle

Admin H
Nivîskar
📅 23 nîsan 2026 19:34

PeyamaKurd - Rêveberê Bernameya Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) Alexander De Croo hişyarî da ku aloziya serbazî ya li Îranê wê di asta gerdunî de bibe sedema karesateke aborî ya giran.

De Croo destnîşan kir ku ji ber vî şerî dibe ku zêdetirî 30 mîlyon mirov ji nû ve rûbirûyê birçîbûnê bibin.

Hate diyarkirin ku kêmbûna sotemenî û zibilê ku ji herêmê tê peydakirin, bandoreke yekser û neyînî li ser hilberîna çandiniyê ya cîhanê dike û tê pêşbînîkirin ku ev bandor di salên pêş de hîn kûrtir bibe.

Rayedarê Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser wê yekê ku nebûna ewlehiya xurekê ya gerdunî û da zanîn ku wê di mehên bê de bigihêje asta herî bilind.

De Croo diyar kir ku astengiyên di dabînkirina pereyan û peydakirina enerjiyê de krîz girantir kiriye û got: "Eger şer sibe bi dawî bibe jî, bandora wê ji niha ve xwe nîşan daye."

UNDP tekez kir ku ev pêvajoya şer û dorpêçê ne tenê herêmê, herwiha bi mîlyonan mirovên li seranserê cîhanê ber bi xizanî û birçîbûneke bêveger ve dibe.

Parve bike: