TR KU SO
FB X
Analiz

Kurdan ji sala 2020an çi xêr dîtin?

Admin H
Nivîskar
📅 03 rêbendan 2021 19:00

PeyamaKurd - Weke her sal wextê ku sala 2020an jî hat, her kesî keyf û şahî kirin. Li malan, li ser ekranên televîzyonan, li kolan û sikakan her kes direqisî û govend digirtin.

Her kesî weke her car hêviya xêr û bêrê dikir. Her kesî digot saleke nû wê bibe sebeba hêvî, xweşî û derfetên nû. Lê hê di destpêka salê de kar ji rê derketin û tu caran jî li rê venegeriyan. Her ku me go “de çêbibe,” xirabtir bû. Bi rastî sala 2020an saleke ne weke xwe bû. Ji her aliyî ve cuda bû. Di destpêkê de bi navê “corona”yê vîrusa Çînî ya li bajarên Çînê belav bûbû, di serê sala 2020an de hêdî hêdî li her çar aliyê dinyayê belav bû.

Vîrusa korona û wefata navdarên Kurd

Pêşiyê gotin maskeyan bidin ber bêhvila xwe û ew ê ji holê rabe. Lê çênebû. Piştre gotin wextê ku dinya germ bû, wê here. Lê havînê jî neçû. Gotin ji malê dernekevin û dibistanan bigirin wê winda bibe. Lê di kulek û şebakeyan re kete hundir. Me navê wê guherand û navekî xweştir (covid 19) lê kir lê dîsa me ew nexirand. Em dirêj nekin, me bes kir lê wê bes nekir û bi sed hezaran insan ji jiyanê qut kirin. Li ser siyaset, perwerdehî û aboriya dinyayê bandoreke zêde xirab kir. Êdî ji heman bandora xirab, gelê Kurd jî nesîbê xwe girt.

Lê wekî din jî di vê salê de gelek bûyerên dilşewat li çar aliyê Kurdistanê hatin meydanê. Li Bakurê Kurdistanê li bajarê Wanê di serê sibatê de berf bi ser welatiyan de herifî û 41 kesî jiyana xwe ji dest da. Li bajarê Xerpêtê jî erdhejek çêbû û herî kêm 40 kesî jiyana xwe ji dest da.

Di vê sala ecêb de hinek Kurdên navdar yên weke Seîd Gabarî, Seyîtxanê Boyaxçî, Meryem Qazî û Seîd Yusif jî ji vê dinyayê xatir xwestin.

Kurd di siyasetê de bi paş ketin

Ji aliyê siyasetê ve jî Kurd bi paş ketin û bi piranî li Bakurê Kurdistanê Kurd ji qada siyasetê hatine dûrxistin. Êdî hema bêje kesek nikare li ser navê Kurdan çalakiyekê jî bike. Partî û komeleyên Kurdan ji her aliyî ve hatine dorpêçkirin û bêbandorkirin. Ji 67 mebûsên Kurdan hinek hatin girtin û cezakirin û taliyê 58 mebûs niha di meclîsê de dikarin wezîfeya xwe bikin. Di hilbijartinê de HDPê 65 şaredarî bi dest xistibûn. Piştî ku hukûmetê qeyyûm avêtin van şaredariyan, tenê 6 şaredarî di destên HDPê de mane. Gelek wezîfedar û endamên partiyê hatine girtin an jî binçavkirn. Yanî qada siyasetê ji Kurdan re bi tevahî hatiye tengkirin ku ji salên 90an paşdetir çûye. Heta şanoyên Kurdî li gelek bajaran têne qedexekirin û carinan kesên stranên Kurdî dibêjin an jî bi Kurdî diaxivin, rastî bertek û êrîşên tund tên.

Rewşa Rojavayê Kurdistanê nediyar e

Li Rojavayê Kurdistanê jî rewşa Kurdan di herênayê de ye. HSDê li Sûriyê heta niha qenc xirab siyaseteke dengeyê meşandin û bi zor be jî li ser lingên xwe sekinînin. Lê niha ji çar aliyan ve hatine dorpêçkirin. Li aliyekî Sûriye û li yê dî Tirkiye. Her du jî dixwazin ku Kurd ji tirsa yê din, bajarên di destên xwe de teslîmî wan bikin. Lewra Tirkiye li dijî Kurdan êrîşên xwe zêde dike û Rûsya jî bi Tirkiyê, Kurdan ditirsîne û dixwaze Kurdan mecbûr bike ku bajarên xwe teslîmî rejîma Sûriyê bikin. Êdî Kurd ketine neqeba nîr û bizmêr de.

Hewldana şerekî birakujiyê hat ceribandin

Li Bakurê Kurdistanê jî hinek bûyerên tarî qewimîn û piştî demeke dirêj di dawiya sala 2020an de di navbera hêzên Kurdistanê û hêzên PKKê de xwîn hate rijandin. Her çi qas di navbera hêzên Kurdî de peymaneke birêkûpêk tune be jî demeke dijêj kuştin çênebûbû. Ev bûyer jî ji bo pêşeroja gelê Kurd işaretên xeterê nîşan dide. Kî heq û kî neheq ew mijareke din e, lê belê şerê birakujî tu caran ji Kurdan re xêr neaniye. Xuya ye ku hinek destên xêrnexwaz dixwazin Kurdan berdin hev û li wan temaşe bikin.

Deng ji Kurdistana Rojhilat nayê

Ji xwe ji Kurdistana Rojhilat deng nayê. Muheqeq pêşeroja Rojhilat jî bi ya perçeyên din yên Kurdistanê ve girêdayî ye. Heke ev her sê perçeyên din ên Kurdistanê bi ser bikevin, ew ê bandoreke baş li Rojhilatê jî bikin. Her çi qas Kurdistan ji hev qetiya be jî qedera Kurdan hê jî bi hev ve girêdayî ye. Yanî sala 2020an ji kîsî me çû. Weke ku bav û kalên Kurdan jî gotiye: “Sal bi sal, xwezî bi par.”

Gelo Kurd wê li pey xwe binêrin, xetayên xwe bibînin û ji bo pêşerojeke baştir bixebitin an saleke din em ê heman tiştan biaxivin û binivîsin?

Navdar Nenas

Parve bike: