Çand_û_Hûner
Ahenga “Bud Billiken” hat kirin
PeyamaKurd- Li Amerîkayê li eyaleta Şîkagoyê bi tevlîbûna 1 mîlyon û 300 hezar kesên ku ji Afrîkane lê Amerîkîne, hatin cem hev. Aheng weka meş û pîknîkê hat kirin. “Bud Billiken” di dinyayê de ahenga herî kevin û mezine.
Di meşa ku di kolana Martin Luther King de çêbû ku reşik li wê deverê zêde dijîn, 175 tîm tevli ahengê bûn. Meşa ananewî ya bi navê “Vegera Malê” jî tê binavkirin, di Parka Washingtonê de bi tevlîbûna 1.3 mîlyon kesî bi pîknîkê bi dawî hat.
Di ahengê de cilên cûr bi cûr li xwe kirin û govendên rengareng girtin. Aheng li dora 6 sietan dewam kir û tedbîrên ewlehiyê zêde bûn. Bo xelkê bibin ciyê ahengê, seferên otobusan û tamwayan danîn.