TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

ALBUM | Joey Lawrance, bi wêneyan servanên Kurd bi dinyayê dide nasîn

Admin H
Nivîskar
📅 03 berfanbar 2019 00:56

PeyamaKurd Taybet – Wênegirê navûdengî li cîhanê Joey Lawrance, bi pêşengeha wêneyan a “We Came From Fire-Em ji Agir Hatin” ku ji portreyên şervanên Kurd ên şerê dijî DAIŞê kirine pêk tê, şervanên Kurd bi dinyayê dide naskirin.

Lawrance ji Adara sala 2015an ve li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê wênegiriya şervanên Kurd ên şerê DAIŞê dikin dike û albumek ji wan portreyên şervanan amade kiriye.

Wênegirê Kanadî Joey Lawrance herwiha di wêneyên pêşengeha xwe ya bi navê “We Came From Fire-Em ji Agir Hatin” têbinî û serpêhatiyên xwe jî nivîsandine.

Lawrence ew albûma portreyên şervanên Kurd wekî pirtûk amade kiriye û nivîseke danasînê jî jê re nivîsandiye ku tê de wiha dibêje:

“Em ji Iraqê derbasî Sûriyê dibin û em tevî dinyaya ku ji aliyê gerîlayan ve hatiye amadekirin dibin. Li vê derê em rastî rûyên bi laçik yên ku muhetemel e dayikên wan dane wan tên.

… Hiyerarşîya veşarî ya gerîlayan bi sohbetê re ji holê radibe û em xwe di nav çand û şêwazên jiyanê yên wan Kurdênku  ji bo parastina xwe terka malbatên xwe dane de dibînin.”

Joey Lawrance kîye?

Joey Lawrence wênegirekî jêhatî yê kar ji bo National Geographic, Artêşa Amerîka, Canon, History Channel, Îmarata Erebî kiriye ye.

Ji ber karê xwe yê fotografgeriyê herwiha di demeke kin de li ser platformên medya civakî jî hatiye naskirin û populer bûye. Joey Lawrence yek ji fotografgerê herî bi bandar ê temenê wî li bin 30 saliyê ye.

Kurdî û Berhevkirin - PeyamaKurd

Parve bike: