Bijarteyek ji helbestên Berken Bereh li Basûr hat çapkirin
PeyamaKurd - Gulbijêrek ji helbestên Berken Bereh bi destê Weşanxaneya Spîrêz li Başûrê Kurdistanê hat çap kirin.
Bijarteyek ji helbestên şa’ir Berken Bereh bi navê “Gulbijêrek ji Helbestên Berken Bereh” ji aliyê Weşanxaneya Spîrêz li Başûrê Kurdistanê bi Kurmancî û tîpên aramî (erebî) hat çapkirin.
Di sala 1954’an de li bajarê Şirnexê ji dayîk bûye. Enstîtuya Perwerdehîyê ya Boluyê kuta kirîye. Yekemîn car helbestên wî di kovara Tîrêjê de (yekemîn kovara bi Kurdî ye li bakur) hatine belavkirin. Heta niha helbest û nivîsarên wî di gelek kovar û rojnameyên bi Kurdî de belav bûne, her wekî Nûbûn, Nûdem, Jiyana Rewşen, Nûbihar û ê.d. Di sala 1998-1999’an de di pêşbirkên helbestê yên ji alîyê Komeleya Malbatên Girtî û Hukimxwarîyan û ji alîyê kovara wêjeyê Jiyana Rewşenê ve amade kirî de bi xelatên yekemînî û duyemînîyê ve hate xelatkirin. Di sala 1999’an de bi navê Kulîna Kulîlkan kovareke înternetê amade kir, ev kovar çar hejmar derket. Ev yekemîn kovara înternetê li Bakur bû. Heman salê, di rojnameya Fıratta Yaşam’ê de dest bi nivîsîna stûnên bi Kurdî kir. Bereh di sala 2013’an de bi maweya salekê di rojnameya Evrenselê de li ser wêjeyê stûn nivîsîn. Helbestên wî di weşanên vedor ên curecur de bo zimanên Tirkî, Erebî, Farisî û Fransizî hatin wergerandin, di antolojîyan de cî girtin, di kanalên televizyonê yên Kurdan de, di Medya TV, Roj TV, Gün TV’yê de; di radyoya Almanî, WDR’yê û SBS’a Awistralyayê de hatin xwendin. Li Zankoya Bilgiyê û li Zankoya Hakkariyê û li çendîn komeleyên medenî beşdarî konferans, panel û semîneran bû, belavok pêşkêş kirin. Hê jî di kovar û rojnameyên bi Kurdî de nivîskarîya xwe didomîne.
Helbest:
- Êş, Weşanên Sî, 2001
- Şagirtên Evînê, Weşanên Sî, 2003
- Pandomîm, Weşanên Belkî, 2006
- Şîna Helbestê, Weşanên Doz, 2008
- Dilê Min Palgeh e Ji Işqê Re,digel ên berê, Şerbeta Ji Êgir û Haîkû, hemû berhem, Weşanên Lîs, 2011
- Ji Dûriyê Re, Weşanxaneya Lîs, 2013
- Xewna Dawî, Weşanxaneya Lîs, 2016
- Xana Xemê Avesta, 2018
- Çemê Baranê, Avesta, 2019
Werger:
- Lapis Lazuli, Mehmet Altun, Weşanxaneya Babil, 2011
- Gotina Deryayê ye / Denizin Söylediği, Mustafa Köz, Weşanxaneya Lîs, 2012