Çand_û_Hûner
Bindarûkê saxekî xwe li Hewlêrê vekir
PeyamaKurd - Pirtûkxaneya Bindarûk ku navenda wê ya sereke li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ye, şaxekî xwe li Hewlêrê vekir.
Zêdetirî 15 hezar pirtûk di wê pirtûkxaneyê de hene û pirtûkên tê de bi rênivîsa latînî û zaravê Kurmanciya Jorîn in.
Pirtûkên Bindarûkê siyasî, wêjeyî, zanistî û yên zarokan in û li 14 weşxaneyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê hatine çapkirin. Piraniya kesên serdana wê pirtûkxaneyê dikin ji Rojava û Bakurê Kurdistanê ne ku li Hewlêrê dijîn an ji bo kar li vî bajarî niştecih bûne.
Pirtûkxaneya Bindarûk di sala 2018an hatiye avakirin û avenda sereke Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ye