Çand_û_Hûner
Di çanda Kurdan de teyrê baz remz e
PeyamaKurd- Di dîroka çanda Kurdistanê de vateya gelek tiştan heye ku Kurd heya niha bikartînin. Di nava wan de yek jê remza teyrê baz e. Teyrê baz ji dema Medan heya niha weka nîşana Kurdan tê naskirin.
Teyrê baz li hewayê desthilatdarê herî xurt e. Ti heywan bê îzna wî nkare li hewayê desthilatiyê bike. Lewra ye Kurd teyrî ji xwe re kirine remza hêz û xurtiyê.
Eger em bala xwe bidin dewra panhelenîzmê, em ê bibînin ku çawa Makedonî û Çiyayê Nemrûda Semsûrê, bi hevre çandeka hevpar avakirine ku teyrê baz nîşaneya wan e.