Çand_û_Hûner
Sêr, di çanda Kurdistanê de remz e
PeyamaKurd- Şêr di çand û dîroka Kurdan de remza desthilatiya ser ruyê dinyayê ye. Di gelek împaratoriyet û dewletên Kurdan de weka remz hatiye bikaranîn. Dema mirov li berhemên dîrokî yên Kurdistanê dinêre, di piraniya kelehên Kurdistanê de peykerên şêr hene.
Di nava berheman de li ser sûrên Diyarbekirê, li Qesra Diyarbekirê, li ser deriyê sûra Farqînê li ser deriyê Qulfayê, li Nemrûda Semsûrê, li bajarê Meletiyê li Girê Şêra, li Mêrdîn û Zaûgmayê û gelek deverên dinan mirov dikare bibîne.