TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Parek ji çanda Kurdistanê: Ava Sipî

Admin M
Nivîskar
📅 24 tebax 2018 14:39

PeyamaKurd- Li bajarê Mêrdînê, di navbera navçeya Midyad û Nusêbînê de aveka bi navê Ava Sipî heye ku bi 10 km yan diherike û diçe ber bi Nusêbînê de. Di dema havînê de ji serê avê heya dawiya avê herkes dikare li ser avê rûnê xwe hînik bike, vexwe, bixwe, pal bide û roja xwe derbas bike.

Kemeçejenli her rawesgehekê diğerin û li kemençeya xwe dixin. Dovend heye, kêf heye, şahî heye. Xelkê bajarê Nûsêbîn û Midyadê di şevê de dertên ser avê û şeva xwe li wê derê derbas dikin. Di rojê de jî ev der gelek hînike û ava ku diherike aveka sar û şîpe. Eger mirov bikevê û ne qewî be mirov bi xwe re dibe û hem difetisîne.

Li her dû aliyên avê textên mezin hatine danîn û mirov li ser wan textan rûdinê. Masiyên deverê bin av û dengin. Mirov dikare ji avê masiyan derxe û bipêje. Kurdistanî heya herin welatên germ û germistanê, wextê xwe derbas bikin, bila li welatê xwe herin Ava Sipî da jiyana xwe dirêj bikin.

Parve bike: