Gora lehengê Kurd Derwêşê Evdî ya li Wêranşarê hat rûxandin
PeyamaKurd - Gora lehengê nemir û navdar ê dîroka Kurdan Derwêşê Evdî, ku li ser girekî bilind ê gundê Edşanê yê li ser navçeya Wêranşara Rihayê ye, rastî êrîşekê hat û bi temamî hat rûxandin.
Derwêşê Evdî ku di sedsala 19an de jiyaye bi mêrxasiya xwe ya li herêmê û bi evîna xwe ya mezin a ligel Edûlê di dilê gel de cihekî girîng girtiye.
Derwêşê Evdî, piştî mirina xwe li ser vî girî hatibû veşartin ku wekî sembola herêmê dihat naskirin. Gora wî ji aliyê welatiyan û dildarên çandê ve hatibû nûkirin û derdora wê hatibû ewlekirin.
Lê belê di encama êrîşa hin kesên ku hîn nayên zanîn ve kevirên gorê hatine şikandin, xaka wê hatiye belavkirin û cihê vê sembola dîrokî ber bi windabûnê ve çûye.
Ev bêhurmetiya li dijî nirxên çandî û mîrateya dîrokî, li Wêranşarê û li seranserê herêmê bû sedema nerazîbûneketund a raya giştî.
Welatiyan, hunermend û xemxurên çanda Kurdî bang dikin ku ev mîrateya nemir ji rûxandinê were rizgarkirin. Gelê herêmê dixwaze ku ev gora dîrokî bi awayekî fermî ji aliyê saziyên çandê ve ji nû ve were avakirin û bikeve bin parastineke qanûnî daku ev destan û nirxê pîroz ji bo nifşên paşerojê bi saxlemî were gihandin.