Hunermend Bijen Kamkar sax e
PeyamaKurd- Grûba musîkê ya navdar ya Kurdên rojhilat di asta dinya û Kurdistanê de grûbeka bi nav û deng e. Malbat hemû hunermend û amûrejen in. 7 bira û xuşkekî ne û malbat ji bajarê Rojihilatê Kurdistanê ji Sinê (Senendaj) ye. Grûb bi navê Kamkar an Kamkaran tê nasîn. Duhî agahiyeka nexweş ket ser laperên çapemeniyê û hat gotin ku birayê wan yê bi navê Bijen Kamkar bi sedema koronavîrusê jiyana xwe ji dest daye lê gelek baş bû ku ev nûçeya xemgîn derew derket. Îro hevalekî hunermend û mamoste Mihemed Ezîz Zaza, di ser hesabê xwe yê facebookê de ragihandiye ku Zaza bi malbata Bijen Kamkar re bi rêya telefonê axifiye û got Bijen Kamkar saxe û li nexweşxaneyeka Tehranê tedawî dibîne û ji seretana mîdê nexweş e.
Hunermend Bijen Kamkar jî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku ew başe û sipasiya hemû dost û hevalên xwe û hezkiroxên xwe kiriye.