TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Ji bajarê Düzce di 7 mehan de 6 hezar û 674 ton nava bindeqan firotin YEyê

Admin M
Nivîskar
📅 07 tebax 2026 16:01

PeyamaKurd – Rêvebiriya Çandiniyê û daristanê ya Düzceyê ragihand ku di nav 7 mehan de ji bajarê Düzce 6 hezar û 674 ton nava bindeqan û berhemên nav bideqan firotine welatên Yekîtiya Ewrûpayê.

Rêvebiriyê ragihan dku ji bo bindeqên îsal ji bo çinandina wan ji qûntara an ku ji ciyên nizim dest bi çinandina wan kirine û navê bindeqan bi navê ‘zêrê kesk’ bi nav kir. Rêvebiriyê her weha got ku eger bindeqan zû biçinînin dê bibe sedema rekolte û kalîta wan û dewam kir:

“Li seranserê bajarê Düzceyê di sala 2026an de, bi giştî çinîna bindeqan li sahile 10ê Tebaxê, li herêmên ortê di 15ê Tebaxê de û li ciyê bilind jî di 25ê Tebaxê de tên çinîn.”

Di daxwuyaniya rêvebiriyê de hat gotin ku Düzce di hilberîn û îxracata bindeq û berhemên bindeqan de xwediyê ciyekî girînge û ji serê salê heya Tmmûzê piraniya bindeqên dişînin derveyê welat yên berhemên bindeqane.

Berê li bajarê Düzce çandiniya bindeqan nînbû û temamê çandiniyê li peravên Derya Reş bû lê di salên dawiyê de, bajarê Düzce û dora wê bûye navendekî hilberîna darên bindeqan û berhemên bindeqan.

Parve bike: