TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Koma 'Dîlan Urmiyê' li Festîvala 'Sea Sun' a Barcelonayê xelat wergirt

Admin H
Nivîskar
📅 22 hezîran 2022 19:32

PeyamaKurd - Koma “Dîlan Urmiye” a folklorê li Rojhilatê Kurdistanê, di festîvala folklorê ya li bajarê Barcelona yê Îspanyayê xelateke girîng wergirt.

Hat ragihandin ku koma “Dîlan Urmiye” di festîvala folklorê ya bi navê “Sea Sun” ku li bajarê Barcelona yê Îspanyayê hat lidarxistin de, di nav 18 komên folklorê yên cîhanê de pileya duyemîniyê wergirt û bi bawername û dîplomaya festîvalê hat xelatkirin.

— Yaqûb Kurmanc (@yaqubkurmanc) June 22, 2022

Koma “Dîlan Urmiye” sala 2017an ji aliyê çend ciwanên bajarê Urmiyê ve  hatiye damezrandin û heta niha di beşdariya gelek bername û festîvalên navneteweyî û navxweyî kiriye. Herwiha heman komê gelek caran xelatên yekemînî, duyemînî û sêyemîniyê ji festîvalan çenda welatên wekî Amerîka, Avustralya û Ermenistanê wergirtine.

Koma “Dîlan Urmiye” endamê fermî yê Encûmena Folkora Ewropayê ye.

Parve bike: