TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Kurdekî 13 salî romaneke polîsiye nivîsî û li fuara pirtûkan roja îmzeyê li dar xist

📅 10 nîsan 2019 16:47

PeyamaKurd – Ciwanê kurd ê bi navê Ali Harun Sevim (13) yê amedî bi navê "Mahşer" li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê derket pêşberî xwendevanan û pirtûka xwe îmze kir.

Li gorî zanyariyên malpera Diyarnameyê, nivîskarê nûciwan Ali Harun  Sevimdi pola çaremîn a dibistana seretayî de pirtûkek nivîsiye. Pirtûka ku bi tirkî nivîsandiye ji Weşanên J&Jyê derket. Nivîskarê nûciwan li fûarê romana xwe îmze kir.

'MAHŞER, ROMAN POLISIYE YE'

Romana Mahşer romaneke polîsiye ye. Ew dibêje, rêzefîlmên ku min lê temaşekirine bi tevî pirtûkên min xwendin ji bo min çavkanî ne. Pirsa wekî, di kêliya nivîsînê de metirsiyên te hebûn an na, wisa dibersivîne: "Na, çimkî malbata min û hevalên min her moral didan min. Wexta min kitêb dixwendin û min romana xwe dinivîsî, hevalên min digotin, em li benda romaneke xweş in." 

WÎ ROMANA XWE BI DESTXETA XWE Û LI SER KAXEZÊ NIVÎSANDIYE

Ew dibêje xebatek li ber destê wî heye ku mijara wê evîn e. 

Weşanger Azad Zal derbarê çapkirina de dibêje, "Ji ber ku temenê wî sêzdeh e" (Ali Harun gotinê ji devê wî digire û dibêje, "Sibê dibim çardeh salî". Sibê rojbûna wî ye, ew di dîroka rojbûna xwe de wekî beşdar tevlî paneleke weşanxaneyê dibe). Ez hay jê çêbûm ku têkiliya wî û teknolojiyê lawaz e, ew xwendevanekî baş ê kitêban e. Wî roman li ser kaxizê nivîsî bû. Em jê bi hêvî ne."

Parve bike: