Li Adanayê “Karnavala Çîçeka Portakalê” tê kirin
PeyamaKurd- Ev 7 sale ku li bajarê Tirkiyê Adanayê “Karnavala Çîçeka Portakalê” tê çêkirin ku bi deh hezaran kes tevlî karnavalê dibin. Herkes bendeye ku di ser 100 hezar kesî de tevlîbûna karnavalê çêbibe û di otêlan de cîh nema. 46 otêlên Adanayê tijene û bihayê otêlan derket asta gelekî ne di rê de.
Bi sedema cîh nemaye, mêvanan dişînin otêlên li bajarên Mersin, Hatay û Osmaniyê. Karnaval wê di 7 ê nîsanê de biqede. Di 6 ê nîsanê de, wê bi kortej meş çêbibe û li gor texmînan heya karnaval diqede wê 1.5 mirov tevlî wê bibin.
Di standên seha karnavalê de, eşyayên bo diyariyan, xwarina rojane, vexwarin û gelek tiştên din hene ku beşdarvan bikirin.
Di sala 2012an de 544 hezar û 65 kes, di sala 2018 an de 1 milyon û 94 hezar kes tevlî karnavalê bûn.