TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Li Hewlêrê Festîvala Bedewiyê ya Hespên Erebî hat lidarxistin

Admin H
Nivîskar
📅 11 berfanbar 2022 18:35

PeyamaKurd - Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê, Festîvala Sumer a Bedewiya Hespên Erebî hat lidarxistin.

Di festîvalê de, 111 hesp û mehînên bi temenên cuda ji bo wergirtina xelatên 750 hezar dolarî ketin pêşbirkê ku di encama pêşbirkeke dijwar de hespê herî bedew hat hilbijartin.

Pêşbirka Festîvalê ya Bedewiya Hespên Erebî, bi sponsoriya Yaneya Hespsiwariyê ya Hewlêrê hat lidarxistin û hakem ji Îmarat, Îtalya, Swîsre, Fransa û Rûsyayê hatibûn.

Di festîvalê de gelek pispor û xwediyên hespan ji welatên Erebî û cîhanê beşdarî kirin.

Parve bike: