TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Li Kurdistanê boykota rêzefîlmên tirk jî dest pê kir

Admin H
Nivîskar
📅 20 cotmeh 2019 18:02

PeyamaKurd – Ji ber êrîşên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê, li herêma Kurdistanê boykotkirina rêzefîlmên tirk hat destpêkirin.

Rûpela werger û dublajê ya ku rêzefîlmên tirk bo kurdî werdigerîne jî diyar kir ku êdî wergerên rêzefîlmên tirk nakin.

‘Divê Kurd yek bin’

Berpirsê Kurdsubtitle ragihand: “Nabe ku em li hemberî êrîşên ser birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê bêdeng bimînin. Em Kurd divê yek bin û li hember êrîşan helwesteke niştîmanî nîşan bidin. Ji ber vê emê jî wergerên berhemên tirkî ji ser malperê rakin û ji niha şûn de jî wê wergerên tirkî li ber destê me nebin. Emê êdî wergerên tirkî bo kurdî nekin.”

Boykota li ser berhemên tirk belav dibe

Beriya niha jî kompaniyên wekî, KTO Travel, Green Jet Travel û Bella Travelê jî li hember êrîşên Tirkiyê hemû karên rezervasyon, bilêt, kirêkirina otelan û geştên Tirkiyê rawestandibûn.

Kompaniya Eko Gold a Silêmaniyê jî dabû xuyakirin ku ew êdî ti berhemên xwe ji Tirkiyê nastînin û pastexaneya Dêla jî ragihandibû ew êdî berhemên tirkan nafiroşin.

Parve bike: