TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Li Rismil a Mêrdînê dest bi xerabkirina 500 xaniyan kirin

Admin M
Nivîskar
📅 24 cotmeh 2020 20:36

PeyamaKurd – Li Kurdistana Bakûr li bajarê Mêrdînê li navçeya Rişmilê (Yeşilli) bi sedema ku bajarvaniya nûh bicîhbikin, dest bi xerabkirina 500 xaniyan kirin. Wezareta Hawirdoriyê û Bajarvaniyê bi şaredariya Rişmilê ve berê tesbîta xaniyên ku li gor plana nûh bên xerabkirin hatibû tesbîtkirin û dest bi xerabkirina xaniyan kirin.

Şaredarê Rişmilê mijarê Hayrettin Demir weha ragihand:

“Seha ku xaniyên bên xerabkirin tê de ye, bi biryara encumena wezîran ya Tirkiyê di sala 2016an de weka devera talûkê hatibû qebûlkirin û di nav sehayê de 500 xaniyên ku talûkene hatin tesbît kirin. Em ê xaniyan ji nûh de ava bikin. Em ê xaniyan li gor plana nûh bi endazyariyeka xweşik û ya herêmî, bi rêyên wan ve, bi deverên bazirganî û xaniyan ava bikin. Wê ti hemwelatiyekî me mexdûr nebe.”

Parve bike: