Çand_û_Hûner
Li Viyanayê wê bi navê ‘‘Çanda Kurdî’’ bernameyek bê lidarxistin
PeyamaKurd - Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, wê bernameya bi navê ‘‘Çand X Guhertin’’ bê lidarxistin. Di çarçoveya bernameyê de wê stran bên gotin, edebiyat bê axaftin û şano bên nişandan.
Bername ji aliyê Vienna Institute for International Dialouge and Cooperation (VIDC) û Kulturen in Bewegung ve tê lidarxistin.
Horst Watzl, Sakina Teyna, Salah Ammo, Nurdane Turkmen û Michael Fanizadeh kuratorên bernameyê ne.
“Çanda Kurdî” yek ji wan bernameyan e ku ve her du sazî di bin navê “Culture X Change” ango “Çand û Guhertinê” de pêk tînin.