Çand_û_Hûner
Pistî Rûsya, Amerîka û Çînê welatekî din astronot disîne fezayê
PeyamaKurd - Ajansa Fezayê ya Hindistanê (ISRO) ragihand ku ew amadekariyê dikin astronot bişînin fezayê.
Berpirsê Giştî yê ISROyê Kailasavadivoo Sivan daxuyakirin ku ew li ser dixebitin heta Kanûna 2021ê 3 astronotan bişînin fezayê û beriya şandina astronotan ew dê navgîneke bêmirov bişînin fezayê.
Sivan ji medyayê re ragihandiye ku dê navê wesayîta wan fezayê “Gaganyaan” be û ji bo vê xebatê dê 20 hezar karmend bên xebitandin.
Heta niha tenê welatên Rûsya, Amerîka û Çînê astronot şandine fezayê û herî dawî jî Çînê navgînek şand ser hêla tarî ya heyvê.