Serkeftina sînemaya Kurdî li Hollywoodê: Xaniyê Winda xelata fîlmê herî baş wergirt
Fîlmê Kurdî yê bi navê ‘Xaniyê Winda’ (Residents of Lost), di Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Los Angelesê de serkeftineke mezin bi dest xist û hêjayî du xelatên giranbiha hat dîtin.
Derhênerê fîlmê, Raman Ebubekir, eşkere kir ku wan xelata "Fîlmê Herî Baş" û "Fîlmê Kin ê Serbixwe yê Herî Baş" wergirtine.
Ebubekir bal kişand ser girîngiya juriya vê festîvalê ku ji akademisyen û pisporên sînemayê yên Hollywoodê pêk tê û destnîşan kir ku ev xelat ji bo sînemaya Kurdî pêngaveke bi rûmet e.
Kurteya fîlmê Xaniyê Winda û peyama wê ya siyasî
Fîlmê Xaniyê Winda ku 39 deqe ye, balê dikişîne ser bandora rejîmên dîktator ên ku ne tenê beden, lê hişê mirovan jî kontrol dikin. Derhêner Ebubekir diyar kir ku wî bi rêya mekanên taybet û pêşxistina karakteran xwestiye peyama fîlmê bi awayekî bi bandor bigihîne temaşevanên cîhanê.
Di fîlmê de lîstikvanên wekî Yaro Husen Misrî, Hoşyar Mihemed, Emîn Rizgar û Helîn Awat rolên sereke lîstine. Ev fîlmê xwedî xelatên girîng heta niha di gelek festîvalên navdewletî de hatiye nîşandan û bala rexnegirên sînemayê kişandiye ser xwe.