TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

VÎDEO- Ji Paix-Hîva strana nû ya hişê çêkirî: Zindan û Jiyan

Admin H
Nivîskar
📅 11 gulan 2026 18:39

PeyamaKurd - Çêkerê naverokan Paix ku bi xwe Kurdekî Dersimî ye û li Almanyayê dijî, projeya xwe ya nû ya muzîkê "Zindan û Jiyan" ku bi teknolojiya hişê çêkirî (AI) hatiye amadekirin, pêşkêşî guhdaran kir.

Di vê projeyê de hunermenda sîber "Hîva" ya ku bi temamî di cîhana dîjîtal de hatiye afirandin, bi klîbeke sînematîk û efektên nûjen hatiye amadekirin.

Hîva beriya niha bi strana "Kurmancî Here Gulê" li ser medyaya civakî gihîştibû bi milyonan kesan li seranserê cîhanê û eleqeyeke mezin dîtibû.

Nîqaşên li ser huner û teknolojiyê

Belavbûna muzîka Kurdî ya bi piştgiriya hişê çêkirî, di nav hunermend û guhdaran de nêrînên cuda derxistine holê.

Di dema ku gelek bikarhênerên ciwan van xebatan wekî nûbûneke teknolojîk û serkeftî dibînin, hinek muzîkjen jî li ser resenî û bandora teknolojiyê ya li ser ruhê hunerê nîqaşan dikin. Tevî van nîqaşan jî projeyên Paix û karakterê sîber Hîva nîşan didin ku muzîka Kurdî xwe li gorî daxwazên serdema dîjîtal nû dike û li ser platformên navneteweyî deng vedide.

Parve bike: