Wezîrê Sûrî: Zanîngehên Kobanî û Qamişlo tevlî sîstema giştî dibin
PeyamaKurd - Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Sûriyeyê Merwan Helebî ragihand ku kolêjên her du Zanîngehên Kobanî û Qamişloyê ji bo sala xwendinê ya 2026–2027an dê bikevin nav pergala perwerdeya giştî ya zanîngehan ku ev pêngav di çarçoveya yekxistina saziyên xwendina bilind de di bin sîwana wezaretê de tê avêtin.
Wezîrê Xwendina Bilind Merwan Helebî eşkere kir, komîteyeke wezaretê dest bi lêkolîna rewşa Zanîngeha Kobaniyê kiriye, da ku wekî pêngaveke amadekariyê ligel Zanîngeha Helebê were yekxistin.
Hat diyarkirin ku ev komîte li ser aliyên akademîk, zanistî, îdarî û teknîkî radiweste, ku bernameyên perwerdeyê, pergala dersdayînê, hejmara xwendekaran, kadro, binesazî û taqîgehan li xwe digire.
Wezîrê Xwendina Bilind got, dê bawernameyên Zanîngeha Kobaniyê bi fermî bên naskirin û bêyî ti guhertinekê dê bên pesendkirin. Li ser vê bingehê, derçûyên zanîngehê dê bikaribin li gorî yasa û rênimayên berbelav li hemû navçeyên Sûriyeyê pîşeyên xwe yên girêdayî pisporiya xwe bimeşînin.
Helebî destnîşan kir, di pêvajoya tevlîkirinê de ti bernameyeke akademîk, mamoste yan endamên beşa kargêriyê yên ku pîvanên pêwîst pêk tînin nayên dûrxistin. Bername dê bên pejirandin û kadroyên mamoste û karmendan li gorî rênimayên fermî bên erkdarkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezîrê Xwendina Bilind, dê serederiya wekhev ligel xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê jî mîna hemû xwendekarên din ên Sûriyeyê were kirin, mafên wan ên akademîk bên parastin û pêvajoya xwendina wan di çarçoveya Yasaya Rêxistina Zanîngehan de misoger bibe.
Wezîrê Xwendina Bilind diyar kir, armanca sereke ya yekkirina saziyên xwendina bilind ew e ku li seranserî welêt jêderekî akademîk ê yekgirtî hebe, wekheviya derfetan di navbera xwendekaran de were dabînkirin û destkeftiyên kadro û saziyên perwerdeyê yên hejayî pîvanan bên parastin.