TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Xelatên Pulitzerê yên 2020ê diyar bûn

📅 06 gulan 2020 15:47

PeyamaKurd – Yek ji hexalata herî bi prestrîj a cîhanê Xelatên Pulitzerî diyar bûn. Ji ber metirsiya koronayê merasîmeke xelatan nehat lidarxistin û bi rêya vîdeoyê hatin eşkerekirin.

Encamên Xelatên Pulitzerê yên sala 2020ê diyar bûn û New York Timesê sê xelat wergirtin. Rojnameger û nûçeyên wan ên ku hêjayî xelatê hatine dîtin bi rêya girtevîdeoyekê hatine eşkerekirin. 

— The Pulitzer Prizes (@PulitzerPrizes) May 4, 2020

Çend xelatên ku hatin dayîn wiha ne:


  • Nûçeyên Lezgîn (Breaking News Reporting): Ekîba The Courier-Journalê. (Waliyê Kentucky-ê piştî gotinên xwe yên cidaxwaz lêborîna xwe xwestibû. Ekîba The Courier-Journalê dêma lêborîna Waliyî bi hemû detayên wê ragihandibû).
  • Rojnamegeriya Lêkolîner (Investigative Reporting): Brian M. Rosenthal- Rojnameya The New York Timesê. Di nûçeyeke xwe behsa şêweyê karkirinê ya taksiyên li New Yorkê kiribû. Hin zanyarî derbarê rêjeyên krediyan û mexdûrbûna ajokarên taksiyan aşkere kiribû. Piştî nûçe hatibû weşandin, lêpirsîn di asta netewî û federal de hatibûn destpêkirin. Paşê jî reform di yaseyan de pêk hatibû.
  • Rojnamegeriya Netewî (National Reporting): T. Christian Miller, Megan Rose û Robert Faturechi (ProPublica). Lêkolîn li ser qezayên di Okyanûsa Pasifîkê de pêk tên û 7em Fîloya DYayê kiribûn û ew weke nûçe weşandibûn.
  • Rojnamegeriya Navnetewî (International Reporting): Ekîba The New York Timesê. Nûçeyek derbarê siberoja Vladimir Pûtîn, Serokdewletê Rûsyayê û rejîmê de bi weşandibûn.
  • Rojnamegeriya Edebî (Feature Writing): Ben Taub (The New Yorker. Çîroka mêrekî ku li Guantanamoyê beriya niha bi 10 salan hatibû revandin, îşkence lê hatibû kirin û ji azadiya xwe bêpar mabû nivîsandibu. Rêbazên “têkoşîna li dijî teröre” ya DYAyê bi detay di nûçeyê de bicih kiribû.
  • Rexnegirî (Criticisim): Christopher Knight (Los Angeles Times). Nivîseke rexneyî li ser misyona Muzexaneya Hunerî ya Los Angelesê nivîsandibû û hin tişt pêşniyar kiribûn.
  • Wênegiriya Nûçeyên Lezgîn (Breaking News Photography): Serwîsa fotografan a Reutersê. Ji ber wan fotografan ku li Hong Kongê hatine kişandin û tundkariya polîsan a li dijî xwenîşandaran û berxwedana xwenîşandaran nîşan didan.
  • Wênegiriya Edebî (Feature Photography): Channi Anand, Mukhtar Khan û Dar Yasîn (Associated Press).
  • Rojnamegeriya Dengî (Audio Reporting): Ekîba This American Life-ê, Molly O’Toole (Los Angeles Times), Emily Green (rojnamegera serbixwe) û Vice News.

Hêjayî gotinê ye ku Xelatên PulitzerÊ yek ji xelata herî bi prestij a rojnamegeriyê ye û ji 1917ê û vir ve tên dayîn.

Parve bike: