TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Yekemîn Kongreya Navdarên Kurd li Sine dest pê kir: Navdarên Kurd tên xelatkirin

📅 02 tîrmeh 2019 15:18

PeyamaKurd - Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, yekemîn Kongreya Navdarên Kurd dest pê kir. Di wê kongreyê de dê gelek navdarên kurd bên xelatkirin.

Îro danê sibê (02.07.2019) yekemîn Kongreya Navdarên Kurd (Kongreyî Nawdaranî Kurd / Kurdish Elites Congress), bi beşdarbûna bi sedan rewşenbîr, nivîskar, helbestkar, hunermend, pispor û navdarên kurd yên ji çar perçeyên Kurdistanê û diyasporayê li Zankoya Kurdistan ya bajarê Sine dest pê kir. Kongre wê du rojan berdewam bike.

NAVDARÊN KURD TÊN XELATKIRIN

Bi gotina berpirsê kongreyê Celal Qelaşaxanî, di kongireyê de dê 30 navdarên kurd di warên cur bi cur de bên xelatkirin. Dê li bintara çiyayê Aviyer yê Sine, parkek jî bi navê navdarên kurd bê vekirin û peykerên hinek ji wan tê de bêne danîn.

LI KONGREYÊ KONSERT, PÊŞANGEH Û PANEL TÊNE LIDARXISTIN

Kongre dê bi konsert û pêşangeh û panêlên edebî û zanistî were xemilandin. Yek ji birêvebirê kongreyê Ubeyd Rustemî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dê 30 navdarên kurd yên ku di qada navnetewî de tên naskirin û herweha 5 pispor dê beşdarî kongreyê bibin û gotarekê pêşkêş bikin.

Yek ji wan navdarên kurd ku beşdarî kongireyê bûye, hunermendê rojhilatî Mezher Xaliqî ye ku piştî nêzîkî 40 salan vegeriya warê xwe.

NAVDARÊN KURD YÊN KU WÊ DI KONGREYÊ DE BÊNE XELATKIRIN EV IN

Keyhan Kelhor, Tosinê Reşîd, Kurdistan Mukriyanî, Qutbedîn Sadiqî, Kelîmullah Tevehudî, Eshed Şêxulîslam, Şêx Elî Qeredaxî, Enwer Qeredaxî, Mehsûm Elî Mehsûm, Mehmet Tayfun (Malmîsanij), Necat Ebdullah, Mucteba Şemsîpûr, Ezîz Şarox, Necend Begîxanî, Mihemed Elî Sultanî, Osman Hewramî, Ednan Kerîm, Bextiyar Elî, Şehram Nazirî, Hiseyn Elîzade, Eta Nehayî, Izedîn Mistefa Resûl, Hadî Ziyadînî, Bîjen Zulfeqarneseb, Letîf Helmet, Mezher Xaliqî, Ebdullah Peşêw, Fîlîp Kirînbirûk, Elî Ekber Muradî, Azad Îbrahîm Necar, Joys Bilû, Homer Dizeyî, Koma Kamkar, Perto Kirmaşanî, Bîjen Namdar Zengene, Hemdî Ulukaya, Bêhrûz Xerîbpûr, Kazim Oz, Kiyanûş Rostemî, Siyamend Rehmanî, Emîr Sertîb Nusretullah Muîn Wezîrî, Ehmed Şabat û Mikail Aslan.

Parve bike: