Pesêw Kongreya Navdarên Kurd rexne kir: Rejîma Darvekar a Mollayên Îranê...
PeyamaKurd - Helbestkarê bi nav û deng ê Kurd Ebdulla Peşêw rexne li Yekemîn Kongreya Navdarên Kurd a li Sine kir û got “Rejîma Mollayên Bêşeref çawa şerm nake ku kesek wek min vedixwîne Kongireya Komara Wehşeta Îslamê?”
Helbestkarê kurd Ebdulla Peşêw derbarê Kongreya Navdarên Kurd de ev peyam belav kir:
“Rejîma darvekara Mollayên Îranê bixwe kujerê hezaran serkirde, serok û keç û xortên Kurd e. Ev 40 sal in ku ez li benda têkçûna rejîma Îranê me. Ez tu carî destûrê nadim xwe ku tevlî kongireya rejîma ku destên wê bi xwîna serok û lawên Rojhilatê Kurdistanê sor bûye, bibim.Rejîma Mollayên Bêşeref, çawa şerm nake ku kesek wek min vedixwîne kongireya Komara Wehşeta Îslamê...?”
Bersiva Evdila Peşêw bo vexwendina bo kongireya li Sineyê pic.twitter.com/Z7awqJ1KAO
— fahriye adsay (@fexriyaadsay) 4 Temmuz 2019
Hêjayî gotinê ye ku 2 û 3yê Tîrmehê Kongreya Navdarên Kurd (Kongreyî Nawdaranî Kurd / Kurdish Elites Congress), bi beşdarbûna bi sedan rewşenbîr, nivîskar, helbestkar, hunermend, pispor û navdarên kurd yên ji çar perçeyên Kurdistanê û diyasporayê li Zankoya Kurdistan ya bajarê Sine hatibû lidarxistin ku Mezher Xaliqî, Bextiyar Elî, Keyhan Kelhûr, Kelîmullah Tevehudî û Izedîn Mistefa Resûl jî di nav de 30 navdarên kurd hatibûn vexwendin.