2 balafirên bombebaranê yên B52 bi hewa ketin
PeyamaKurd – Amerîka ragihand ku li hemberê îhtîmala tehdîda Îranê balafiraên nukleerî yên bombebaranê 2 balafirên B-52H şand Rojhilata Navîn. Ragihandina Fermandariya Navendê ya Amerîkayê (CENTCOM) weha got:
“Ji baregeha 5 em ya filoya bombardimanê, ji baregeha Monîtorê B-52H Stratofortress û muretebatê wê, bo bêzanîn Amerîka bi ewlekariya herêmê ve girêdayiye, di wextekî kurt de şiyanên xwe yên bicîhkirinê bo nîşan bide, îro li Rojhilata Navîne.
Bicîhkirina du balafiran bo kesên dixwazin zerarê bidin Amerîkayiyan û berjewendiyên Amerîkayê, bo herkesiye ku dev ji hewlan berdin.”
Tişta balkêş ew e ku şandina balafiran dikeve 5 roj berya salvegera hêzên Amerîkayê ku Qasim Sileymanî kuştibûn. Di beyanaê de cîh dane fikra fermandarê CENTCOM ê general Kenneth F. McKenzie ku sergirtî îşaretê ber bi Îranê ve dide û weha dibêje:
“Amerîka, bo bike ku dijmin dev ji hewlan berde û bo bizanibin em amade ne bo bersiva êrîşên ku li hemberê Amerîkayiyan û berjewendiyên me bênkirin û em hêzên xwe sewqî herêmê dikin. Em ne li pey şerin lê bila ti kes şiyanên me yên parastina hêzên me û bersivdana êrîşa li ser me, kêm nebîne.”