Cîhan
26 nexwes û 32 refaqatvanên wan yên Fîlîstînê ji balafirgeha El-Arîsê gihan Ankara
PeyamaKurd – Balafira ku 26 nexweş û 32 refaqatvanên wan yên Fîlîstîniyên Xezzayê ji balafirgeha Misrê ya bi navê El-Arişê ber bi Tirkiyê de ketibûn ser rê, seet di 18.55an de gihan balafirgeha Etimesgut a leşkerî ya Anakara. Di balafirê de 9 xebatkarên tenduristiyê wezîfedarin.
Nexweşan bi ambûlansan birin nexweşxanên Bilkentê, nexweşxana bajêr ya Etlikê û nexweşxana lêkolîn û perwerdê ya Yenimahalleyê.
Bi vê qefla nexweşan re, nexweşên ku ji Xezzayê birine Ankara, jimara wan gihaye 283an.