Cîhan
3 çiyavan jiyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd – Li DYAyê li çiyayê McKinley çiyavanên ku ji çiya de ketin 3 kes ji wan jiyana xwe ji dest dan. Jimara çiyavanên ku ji çiya ketin 4 bûn. Tenê yek ji wan rizgar kirin. Kesê rizgarkirî jî rewşa wî baş nîne.
Bilindahiya çiyayê McKinley ku dikeve Alaskayê 5 hezar û 547 metre ye. Tîma çiyavanên ku ji 4 kesan pêkdihat ji bilindahiya 5 hezar û 547 metreyî li nêzî Tengava Denali ketin.
Her sal di dawiya meha Nîsanê de çiyavan hildikişin çiyayê McKinleyê. Jimara çiyavanan li dora 1000 heya 1200 kesan dibe û 17 roj dewam dike. Bilindahiya çiya bi temamî 6,190 metreye.