Cîhan
3 mosekên katyûsa li nêz Balyozxaneya Amerîka ketin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê 3 moşekên katûşayê li herêma Kesk a Bexdayê nêzîk balyozxaneya Amerîkayê ketin.
Li gorî çavkaniyên medya Iraqê, 3 moşekên katûşayê li ser herêma Kesk a Bexdayê hatin avêtin ku li nêzîkî balyozxaneya Amerîkayê ketin xwar.
Derbarê ziyanên wê êrîşê de agahiyên berdest nehatine û ti aliyekî ew êrîş negirtiye ser xwe.
Beriya niha jî gelek caran bi moşekan êrîşî heman herêmê hatiye kirin ku wekî berpirs milîsên Îranî yên li Iraqê têne dîtin.