TR KU SO
FB X
Cîhan

3 roj wext dane serokkomar Berhem Salih

Admin M
Nivîskar
📅 08 rêbendan 2020 05:40

PeyamaKurd- Li gor ragihandina BasNewsê ku binkeya nûçeya xwe dibe ser medya Iraqê; xwepêşandêrên Iraqê heya roja înê an ku 3 roj wext dane serokkomarê Iraqê Berhem Salih da yekî wezîfedar bike bo damezrandina hukumeta nû ya Iraqê.

Xwepêşandêr her weha gotine ku nema parlementoya Iraqê ya wan e û parlementeran jî weka parlementerên xwe qebûl nakin. Xwepêşadêr wê roja înê li seranserê Iraqê xwepêşandanan bikin.

Bes di vir de medya Iraqê gotiye xwepêşandêr hem parlementoyê weka parlementoya xwe nabînin û dixwazin ji parlementoyê yek erkdar bikin da hukumetê damezrîne!!

Parve bike: