TR KU SO
FB X
Cîhan

Berhem Salih 3 roj wext da partiyan

Admin M
Nivîskar
📅 30 rêbendan 2020 04:27

PeyamaKurd- Serokkomarê Iraqê Berhem Salih bo wan partiyên ku di parlementoya Iraqê de piraniya wan heye, 3 roj wext da û got eger ew bi hevre li ser yek serokwezîrekî lihev bikin, wê wezîfe bide ew navê ku wan parytiyan li serê lihev kirine. Eger partî li ser navekî lihev nekin, wê serokkomar bi xwe navekî bêje û bo avakirina hukumetekî wezîfedar bike. Bo fermiyeta mijarê jî Berhem Salih bo partiyan nameyan şand. Nameya Berhem Salih weha ye:

“Bê guman hun hemû partî dizanin ku divê krîza han di çarçoveya destûra Iraqê de bê çareserkirin. Eger grûbên pêwendîdar heya 1 ê sibatê namzetekî bo serokwezîrtiyê daneynin, ez ê erka xwe ya destûrê bikarbînim, li gor piraniya rêjeya partiyan û kesên di kolanan de xwepêşandanan dikin ku bi riza wan be jî, ez ê namzedekî tayîn bikim.”

Parve bike: