TR KU SO
FB X
Cîhan

4 kîlo maddeya hisber (skunk) hat girtin

Admin M
Nivîskar
📅 03 tebax 2019 21:28

PeyamaKurd- Bi sedema ku tûrîzma havînê zêde bi herekete û gelek biyanî diçin seredana Tirkiyê, li jîngehên peravên behrê hêzên asayîşê kontrola xwe zêdetir kirine ji ber ku pere ji tûrîzmê tê, di aboriya Tirkiyê de ciyê tûrîzmê zêde girîng e.

Hêzên leşkerî yên cendirme li aliyê Behra Egeyê li Bodrum, Marmarîs û Fethiyê di dema kontrolê de 4 kîlo skunk (hişbera sentetîk) ku maddeyeka hişbere di yatekî ser behrê de bidest xistin. Dema gilî hat kirin ku dê ji yateka ser behrê maddeya hişber bê sewqkirin bo deveran, cendirme operasyon kirin ser yatê û kesekî bi 4 kîlo maddeya hişber ve girtin.

Kesê binçavkirî piştî îfadeya wî bê girtin dê sewq bikin bo dadgehê.

Parve bike: