Cîhan
1 ton û 180 kîlo maddeya hisber hat girtin
PeyamaKurd- Li welatê Îranê li eyaletên Sîstan û Belûcistanê 1 ton û 180 kîlo maddeya hişber ket dest. Rêvebirê asayîşa eyaleta Sîstan û Belûcistinê Muhammed Qanberî, di ser medya Îranê de ragihand li ser sînorê Pakistanê li navçeya Haşê ku dikeve ser sînorê Pakistanê, bo ser çeteya ku maddeyên hişber difroşe hat kirin û 1 ton û 180 kîlo madde hat girtin.
Qanberî got ku di operasyonê de 2 çete hatine girtin. Di vî şerî de karê bi qaçaxan re 1 ji hêzên asayîşê hat kuştin. Li aliyê dinê li bajarê Serdeştê hat ragihandin ku di navbera kesên karê qaçax dikin û hêzên asayîşê de şer derketiye. Di şer de 1 ji hêzên asayîşê hatiye kuştin.