TR KU SO
FB X
Cîhan

4 mirov bi ereba xwe ve ketin newala Kelkîtê û 2 ji wan wenda bûn

Admin M
Nivîskar
📅 28 gulan 2026 20:05

PeyamaKurd – Li bajarê Tokatê li navça Erbaayê li kenarê çaya Kelkîtê 4 kesên mirovên hev wexta çûn ji bo pîknîkê bikin, ereba wan ket nava ava çayê.

2 kes ji wan bi derfetên xwe rizgar bûn lê 2 kes ji wan wenda bûn. Li ser wendabûna her 2 kesan li deverê dest bi lêgerîn û rizgarkirina wan kirin.

Rûdan seet li dora 16.00an de qewimî û kesên bi navên Atakan Kale, Furkan Kale, İlker Parlak û Oğuz Kale çûn kenarê çemê Kelkîtê lê ereba wan ket nava ava newalê. Atakan û Furkan Kale bi derfetên xwe derketin kenarê newalê lê Parlak û Oğuz Kale di avê de wenda bûn.

Niha AFAD, polis, itfaiye û têmên tenduristiyê çûn deverê û li her dû kesên wenda digerin.

Parve bike: