Cîhan
455.5 kîlo eroyîn hat girtin
PeyamaKurd- Li Tirkiyê li deriyê Kapikule ku rêya diçe Awrûpayê ye, ji aliyê tîmên parastina gumrikê yên bi ser wezareta bazirganiyê de, dema TIR ekî xwest derbasî Awrûpa bibe, wê xistin sîstema X-Ray ê û di hinek beşên wê de giraniyên ku bi şubhe bûn xuya dikirin. Barê TIRê xurme bûn. Seyên ku bo eroyînê xesasin, xistin dewrê û se şika xwe dan ser hinek qutiyên xurmeyan.
Li ser wê, qutiyên xurmeyan vekirin û dîtin di hinek qutiyan de eroyîn heye û miqdarê wê 455.5 kîloye. Di bazarê de bihayê eroyînê li dora 91 mîlyon dolar e. Niha gumnabarekî di bin çav de ye.