Cîhan
514 kes ji endamtiya DEASê sûcdar hatin dîtin
PeyamaKurd- Li Iraqê di sal û nîvê vê dawiyê de, ji kesên biyanî, di ser 500 kesî de, ji endamtiya DEAŞ ê sûcdar hatin dîtin. Li gor ragihandina Konseya Darizandinê ya Bilind ya Iraqê, ji dawiya sala 2017an heya niha, di ser 810 kesan de, ji endamtiya DEAŞ ê kesên biyanî hatin binçavkirin.
Ji wan 514 kes di çarçoveya qanûna li dijî terorê hatin darizandin û ceza sitendin. 11 kes beraet bûn û darizandina 44 gumanbaran dewam dike. 202 kes hêj nehatine şandin bo dadgehê, sitendina îfadeyên wan dewam dike lê di derbarê 39 kesan de agahî nehat dayîn.
Kesên ku tên darizandin, di çarçoveya qanûna li dijî terorê tên darizandin û xala ku jê tên darizandin, eger sûcên wan hebe, bi cezayê îdamê an cezayê muebbed tên cezakirin.