Cîhan
6 welatên kendava erebî li dijî biryara Trump derketin
PeyamaKurd - Şeş dewletên Erebî yên endamên Civata Hevkarîya Kendavê îro Înê xemgînîya xwe ya derheqê biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandin ku Trump serwerîya Îsraîlê ya ser Girên Golanê nas kiribû.
Abdulatîf El Zeyanî, Sekreterê Giştî yê Civata Hevkarîya Kendavê got ku daxuyanîya Trump nikare rastîya heyî biguherîne ji ber ku Girên Golanê axa Sûrîyê ye û di 1967an de ji hêla Îsraîlê ve hatiye dagirkirin.
Zeyanî got. daxuyanîyên wiha ji serokê Amerîkayê şansê aştîyeke dadmendî û berfireh tune dikin.