TR KU SO
FB X
Cîhan

84 rehîne ji destê bazirganên mirovan hatin rizgarkirin

Admin H
Nivîskar
📅 19 berfanbar 2018 23:53

PeyamaKurd - Beşa Îstixbarata welatê Sûdan a Afrîkayê ragihand ku di encama operasyoneke hêzen ewlekariyê ya li ser bajarê Kassalayê 51 ji wan keçên ciwan, 84 rehîne ji destê bazirganên mirovan hatine rizgarkirin.

Ajansa Nûçeyan a Sûdanê (SUNA) di nûçeyeke xwe de ragihand ku hêzên ewlekariyê li rojavayê bajarê Kassalayê di nav daristanekê de operasyon li ser gumanbaran kiriye û 10 kes jî hatine binçavkirin.

Hat diyarkirin ku kesên di destê bazirganan de bûn, temenê wan li dor 30 salan bûn û hemû rehîne rastî tehde û îşkenceyan hatibûn.

Parve bike: