TR KU SO
FB X
Cîhan

900 çavdêr wê hilbijartina Iraqê bisopînin

Admin M
Nivîskar
📅 06 cotmeh 2021 02:16

PeyamaKurd – Bi sedema hilbijartinên li Iraqê nêz dibe, nûnera taybet ya sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Bexdayê ragihand ku wê li Iraqê 900 çavdêrên biyanî hilbijartina Iraqê bişopînin. Nûnera taybet ya sekreterê giştî ya NY Jeanine Hennis-Plasschaert ragihand ku wê hilbijartin ji ya sala 2018 an cuda be û weha got:

“Divê ev hilbijartin şeffaf û ji mudaxeleyên derve dûr be. Tiştê herî girîng ew e ku hukumetekî karibe guherandinan bike, bê avakirin. Netweyên Yekgirtî ji herkesî re bê terefe. NY xeberdare ku Iraq bi kîjan talûkeyan re an bi kîjan astengan re rû bi rû ye. 

Em dixwazin ber li kiryarên nerewa bigrin û em dixebitin da ceribandina me ya sala 2018 an dubare nebe. Ev jî bi hevkariya me hemûyan dibe. Wê di pêvayoya hilbijartinê de 900 çavdêrên biyanî hilbijartinê bişopînin.”

Parve bike: