TR KU SO
FB X
Cîhan

Adil Ebdulmehdî 7 soz dan xwepêsanderan

Admin H
Nivîskar
📅 06 cotmeh 2019 16:43

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, di civîna kabîneya hikûmeta Iraqê de, gotarek pêşkeş kir û ji bo daxwaziyên xwepêşanderan bicih werin, çend xalên çaksazîyê ragihandin.

Ebdulmehdî sozên bo xwepêşanderan wiha rêz kirin:

“Em kar dikîn bo dana qerên biçûk, çaksazî di rêveberîyê de, nehêlana hejarîyê, duristkirina delîveya kar, nehêlana gendelîyê, duristkirina yekeyên akincîbûnê û birîna wergirtina du mûçeyan.”

Serokwezîrê Iraqê got: “Em li pey daxwazêyên hemwelatîyan diçin û kar dikin bo bicihkirina wan daxwazîyan û di rûniştinên dahatî de tevaya xalan ezê eşkere bikim.”

Ebdulmehdî herwiha diyar kir ku di dewleta Iraqê de li gorî berê ji hemû alîyan ve pêşketin çêbûne, niha elektrîk û çandin ji berê baştir in û peywendîyên derve bihêztirin û Iraq jî yekgirtî ye.

Di 5 rojên xwepêşandanên protestokirina hikûmeta Iraqê de ku 1ê Îlonê destpê kiribûn, bêhtirî 100 kes hatine kuştin, 3 hezar û 978 kes birîndar bûne.

Parve bike: