TR KU SO
FB X
Cîhan

Agir bi kestiya ser ya Amerîkayê ket: 21 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 14 tîrmeh 2020 04:44

PeyamaKurd- Li Amerîkayê li San Diego, California yê, keştiya Amerîkayê ya şer ku li lîmanê rawestiyabû, tê de şewat derket û di encamê de 21 kes birîndar bûn. Şewata ku di keştiya bi navê USS Bonhomme Richard de derket, li dora 7 sietan dewam kir.

Di serî de, di keştiyê de teqînekî dertê û paşî agir pêdikeve. Di bûyerê de li ser îhtîmala êrîşê nayê rawestandin. Li gor ragihandina Tuxamiral Philip Sobeck; tevî ku bi temamî sedema derketina şewatê nizanin jî dibêje ku agir bi beşa kargoyê ketiye û ji wê derê bi jorê keştiyê ketiye.

Di nav kesên ku birîndar bûne de 17 kes leşkerin û 4 kes jî sîvîlin.

Parve bike: